• Sunday, 05 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê kir

Gulan Media April 23, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê kir

Serokkomarê Tirkiyeyê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 22.04.2024) seet 20:30 pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Di merasîmeke fermî de li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, Serokkomarê Tirkiyeyê bi serokatiya şandeke bilind a hikûmeta welatê xwe gehişt Herêma Kurdistanê, ku ev cara yekê ye seerokekî Tirkiyeyê serdana Herêma Kurdistanê dike, tevî ku pêştir Erdogan wekî Serokwezîrê Tirkiyeyê jî serdana Hewlêrê kiribû.

Di serdana xwe ya ji bo Hewlêrê de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive û dê danûstandin li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê bikin.

Şanda Erdogan ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Elî Yerlikaya, Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bulat, Serokê Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û hejmareke din a wezîr û berpirsên bilind ên Tirkiyey pêk hatiye.

Serdana Erdogan a ji bo Hewlêrê piştî serdana wî ya ji bo Bexdayê tê, ku seet 11:00 ê sibeha îro (Duşem, 22.04.2024) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve pêşwazî lê hat kirin. Piştî civînan jî, îmza li ser 26 peyman û yadaştên hevfehimandinê hatin kirin.

Top