• Monday, 06 May 2024
logo

Çavdêrekî siyasî: Erdogan henekên xwe bi daxwaza YNKê kir

Gulan Media April 24, 2024 Nûçe
Çavdêrekî siyasî: Erdogan henekên xwe bi daxwaza YNKê kir

Çavdêrekî siyasî aşkera kir, Serokomarê Tirkiyê daxwaza Qubad Talebanî negirte dest û henekên wî pêhat. ‘’Ji ber ku ev du sale serdestên YNKê singê xwe li hember Tirkiyê bilind dikin, lê ji aliyê din ve jî ewqas rû qahîmin, hin daxwazan jî pêşkeşî Serokomarê Tirkiyê dikin.’’

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bangeşeya wê yekê dike ku di dema civîna berfireh a Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan de daxwaz kiriye dûvçûnê li ser biryara Tirkiyê ya ji bo daxistina esmanê xwe ji balefirên navnetewî yên li Silêmaniyê radibin bê kirin.’’

Li hember vê çavdêrê siyasî Dilşad Celal Kamîl ji BasNewsê re ragehand, ew daxwaza Qubad Talebanî tenê propaganda û polemîk çêkirine ji bo xelkê Silêmaniyê û dixwazin xwe ji berpirsyartiya li hember xelkê Silêmaniyê vedizin. Ji ber ku serdestên YNKê demeke zû de esmanên Tirkiyê ji geştên esmanî yên balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê re hatiye daxistin.

Herwaha got: ‘’Serdestên YNKê derveyî qaçaxçîtiya bi rêya balefirgehê dikirin, ev du sale jî singê xwe li hember Tirkiyê derdixin pêş û wêneyan bi cilûbergên PKKê digrin û êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKê dikin. Lê ji aliyê din ve dixwazin peywendiyên wan ên baş û dostane û cîrantiyê li gel Tirkiyê hebe. Ji ber wê jî ew bixwe sedemin ji bo vê rewşa naha li balefirgeha Silêmaniyê heye, lê ewqas rûyê wan qahîme ku daxwazan jî pêşkeşî Serokomarê Tirkiyê dikin ku esmanê welatê xwe ji geştên esmanî yên ji Silêmaniyê ve tên bên vekirin.’’

 Herwaha got: ‘’Madem tu nikarî li hember cezayên Tirkiyê xwe ragirî, ew hemû singê xwe derxistina pêş çiye? Ya din jî qasê zanyariyên me heye, Erdogan henekên xwe bi wê daxwazê kiriye û hilnedaye dest jî.’’

 

Basnews

Top