Seqiz – Jin û zelamek ji ber belavbûn û vediziya gazê jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistnê, jin û zelamek di mala xwe de, ji ber belavbûn û vediziya gazê ya di malê de jiyana xwe ji dest dan.
Li gor zanyariyan duh 26.03.2024ê êvari jin û zelamekî xelkê bajarê Seqiz ên bi navên Mîlad û Nadya ku temenê wan 40 sale, di mala xwe de ji ber belavbûn û vediziya gazê jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çavkaniyên çapemeniyê yên Seqizê belav kirine, termê wan herdu jin û zelamê ku hevjînê hev bûn piştî çend demjimêr jiyana xwe ji dest danê, di malê de hatine dîtin, piştre ji bo bijîşkê dadî yê wî bajarî hatine veguhestin û aşkera bûye ku ji ber belavbûna gazê ya di malê de jiyana xwe ji dest dane.
Basnews