• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Qazaxistanê ji ber lehiyê 5 kes mirin

Gulan Media April 19, 2024 Nûçe
Li Qazaxistanê ji ber lehiyê 5 kes mirin

Li Qazaxistanê ji ber lehiyan 5 kes mirin, 2 kes jî windane û xebatên lêgerîna wan berdewame.

Alîkarê yekem yê wezîrê karên naxweyî yê Qazaxistanê Marat Kocayev piştî civîna giştî ya senatoyê daxuyaniyek da rojnamevanan.

Kocayev ragehan, di wî welatî ji ber berdewamiya lehiyan, li herêma Atrau 4 kes xeniqîne û li herêma Tirkmenistanê jî zarokek li ber lehiyê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Herwaha ragehand, ku li eyaleta Abay jî xebatên lêgerînê dewam dikin û diyar kir ku beriya niha derbarê wan bûyeran de dosyeyeke tawanan hatiye vekirin û lêkolîn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine destpê kirin.

Ji aliyê din ve li Qazaxistanê, piştî derbasbûna zivistaneke pir baranî û bi awayekî lez helîna berfê, bûye sedema rabûna avan û di encam de rê li ber lehiyan vebûye.

Li gor daneyên rojane yên wezareta rewşên lezgîn, ji ber sedema lehiyan li 38 saziyên nîştecîbûnê yên li 8 herêman, rewşa awarte hatiye  îlan kirin û berdewam dike.

Li herêmên lehiyan de heta niha hejmara kesên hatine rizgar kirin 117 hezar û 694e û 18 hezar  651 kes ji wan vegeriyane malên xwe.  Ji kesên ku hatiye veguhestin, 6  hezar 887 jî bi awayekî demî  li navendên wehevandinê dimînin.

Li eyaletên Akmola, Aktobe, Atrau, Kostanay û bakûrê Qazaxistanê 5 hezar û 718 mal di bin avan de man.

Li wî welatî ji bo xebatên tekoşîna bi lehiyan re, leşker jî dinav de 44 hezar û 156 personel hatine seferber kirin.  

 

 

Basnews

Top